Îsraîlê meha dawî li Lubnanê li zêdeyî 3 hezar û 500 hedefî xist

Artêşa Îsraîlê ragihand ku meha dawî li Lubnanê li zêdeyî 3 hezar û 500 hedefî xistiye û nêzî hezar endamên Hîzbûllahê kuştiye. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî ji 2'ê Adarê û vir ve di êrişan de 1.345 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di nava mehekê de li Lubnanê li zêdeyî 3 hezar û 500 hedefî xistiye.

Li gorî daxuyaniyê, di van êrişan de nêzî hezar şervanên Hîzbûllahê hatin kuştin.

Îsraîl ku dema dawî li Lubnanê êrişeke berfireh a hewayî dike, di heman demê de li başûrê Lubnanê jî operasyonên bejahî dike.

WEZARETA TENDURISTIYÊ YA LUBNANÊ: 1.345 KESÎ JIYANA XWE JI DEST DAN

Li aliyê din, Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê roja Pêncşemê daxuyanî da û anî ziman ku ji 2'ê Adarê û vir ve di êrişên Îsraîlê de 1.345 kesî jiyana xwe ji dest dan, 4.040 kes jî birîndar bûn.

Wezaretê diyar kir ku tenê 24 saetên dawî 27 kes hatin kuştin, 105 kes jî birîndar bûn.

Tê gotin, şerê navbera Îsraîl û Hîzbûllahê bi taybetî li Başûrê Lubnanê diqewime.